Newroza me pîroz
Mana di nav erdnîgariyeke hezaran salî de ku renge di bîra dîrokê de jî nebe, bo me Kurdan şanaziyeke pir mezin e. Sedsalên borî, sing bi sing dehan û sedan gel hêrandine, û gelek şaristaniyet, gel, netewe û împeratorî li ber çavê me tune bûne û ji nav çûne.
Ew cîranên ku carina dijmin û carina jî dost bûn, bi êrîşa gelên kole yan deştî yên bê şaristaniyet ji nav çûn. Lewra mana di vê nîştimanê de ku niha “Kurdistana”a me ye şahkareke mezin e, ku tenê kêrî “Kurd”an tê, ku şahkareke wiha biafirîne.
Herçen ku “man”a me biêş û cefa û pir ji karesat û xwînrijandin bûye, lê ew xwîna ku ji laşê me niqitiye ser erdê, em bihêztir kirine. Gotineke pir watedar heye, ku dibêjin ew gotin a Napilyon e ku dibêje: “Tu dikarî Kurdan bikujî, lê tu nikarî di ser wan de zal bî!”. Rast e ku beşeke zêde ji çand û kultur û nivîsînên me di bin xaka zulm û stema dagîrkeran de kavil bûye, lê me kultureke ewqas dewlemend heye ku heya niha jî em wekî xwedîçandeke zindî li ser vê xakê ragirtine, û bûye çiqlê çavê wan dijminên dîrokî ku nekarîne me bihelînin. Digel vê ku em negihane hêviyên xwe yên mezin, lê hêşta jî em li ser erdnîgariya qayîm a zagros û mezopotamyayê mane, ku nîşana dîroka mezin a vê neteweyê ye, û her divê ku rojekê ji rojan em bigihin hêvî û armancên xwe.
Yek ji wan sembolên me Kurdan ku nifş bi nifş agirê hertimî yê çiya û deşt û zozanên dîroka me vediguhêze, Newroz e. Ew roj ji bo me bi tenê nûbûna salê û geriyana erdê, û giya û gulan nîne… Bo me Newroz “Herikîna ruh” e di nav tunebûna sedsalan de. Herwiha awayek e ji “donadon”ê -Wê serdema ku hizir dikin em ji nav çûne û nemane- ku me ji tarîtiyê derdixe û tîne ber ronahiyê; û em hemû carê bihêztir ji caran, û li ber çavê zil ê dijminan bi govend û dîlan û tîlîliyan û bi vê kincê hezar reng, cardin di reşbeleka biharan de şîn dibin. Ev “herikîna rih” nûbûn, bihêzbûn, û yekîtiya netewe û nîştimana me ye!.
“Newroz” cêjnek e zêdetir ji cêjnê, boneyek e zêdetir ji hilkeft û boneyan, sirrek e zêdetir ji sirran … Bo me “Newroz” cêjna vejînê ya bîranîna serweriyeke dîrokî ye, ku bi dirêjahiya sedsalan em li ser pêyan ragirtine, û heya gihîştina bi “azadiyê” û paş azadiyê û heta heta, divê ku têhn û gurriya wê di hundirê me de, hêviyên me vegeşîne!.
Newroza me pîroz, û “herikîna ruh”ê me hertimî be!