NERÎN

Newroz

Ji hêla Navenda Lêkolînên Kurdistanê ya TISHK ve li ser înternetê hate weşandin: 19. Adar 2025

DOI

Ferşî, Birahîm (2025): Newroz. Jiyanewe. Navenda Lêkolînên Kurdistan-TISHK

Newroz ji xeynî nûbûna jîngehê û zaûzêya sirûşt û berhemanînê, sembola serkevtina ronahiyê di ser tarîtiyê de bûye, lewra agir rola xwe tê de dilîze, û govend û muzîk, û civîna malbat û xelkê li dewra hevdu û xwarinên sirûştî di himbêza newrozê de bi awayekî berçav xuya dike. Bo Kurdan vê cêjn û hilkeftê, wateya xwe ya siyasî, azadî û nasnameyê peyda kiriye, û di hemû cîhanê de bûye yek ji sembolên  nasnameya neteweyî ya Kurd.

.

  • Nivîskar: Birahîm Ferşî

  • Weşandin (online): 19 Adar 2025

  • Sazî: Navenda Lêkolînên Kurdistan-TISHK

  • Published Version: Online

  • Licence: CC-BY-NC 4.0

  • Blog: Jiyanewe

  • Copyright: © 2025 by TISHK Center for Kurdistan Studies is licensed under CC BY-NC 4.0 

Newroz

Newroz wekî destpêka bihar û sala nû, cêjna herî kevn û naskirî ya mirovahiyê ye ku di nav efsane, dîrok, çand û siyasetê de, bi taybetî bo Kurdan cihê xwe digire. Sirûşt, berhemhînan, kar û pîşeya girêdayî bi jiyana mirov, wê cejnê dike cejna herî kevn, çimku bihar demsala serhildan û vejîna erdê û zêdebûna pêxwarina mirov û nûbûna xwezayê ye. Mezopotamiya (Navbera rûbaran, erdê di navbera Dîcle û Furatê heya rêzeçiyayên Zagrosê) navenda destpêkî ya çandiniyê û akincîbûna mirov piştî koçberiya mezin a mirov ji Afrîqayê ve bûye. Eva jî li gor zanyarî û lêkolînên herî nû, 13 hezar salî beriya niha ew yek qewimiye, û dirustkirina gund û bajar û pêkhatina civakan lê ketiye, ku kangeha kultur, deb û resm, û cêjnan bûye, û piştre ji vê herêmê ve koçberiyeke din ber bi Ewropa û … hwd çêbûye.

Îrorojê eva rohn e ku şaristaniyetê ji wir serî hildaye. Efsane, ayîn, pêkveyîbûn, deb û resm, çand û ziman berhema jiyana bikom û civakî û çandiniyê û kar bûye, û gelek merasim jê çêbûne.

Cêjna newrozê girêdayî jidayîkbûn, berhema sirûşt û mirovan e. Cêjnek e dûr ji hizra ayînî, û efsane û çîroka Cemşîdê Pars û Kaweyê Hesinkar ê Kurd lê ketiye.

Bêguman tuxm û deb û resmên mîtrayî di merasimên newrozê de berçav dikevin, û di liv û bizava govendê û destgirtina bazineyî ya geriyanê de diyar dibe, û di hemû awayên govenda kurdî de ew nîşane hene. Ew yek nayê vê watayê ku neteweyên din ên Mezopotamiya û Zagrosê ku îrorojê li Asiya û Rojhilata Navîn û Ewropayê dijîn, xwe di vê cêjna sirûştî de nedîtibin, û têgihîştina xwe ya kevn û nû tevlî wê govendê nekiribin.

Cêjna newrozê destpêka biharê ye, û heya niha bi awayên cuda li welatên Balkan heya Hindustanê tê dîtin. Divê ku eva jî bê gotin, ku berî bilavbûna ayînê mesîhiyetê, ayînê mîtrayî li Ewropayê serdest bûye, û bandora wê li ser têgihîştin û kultura Ewropayê hebûye, û sembol û nîşanên vê çanda kevn ku li Mezopotamiya û Zagrosê serî hildaye, di nav gelên din de jî vegeşiyaye.

Sala 1988an UNSCOyê cêjna newrozê wekî çanda mirovahiyê û cêjna Kurd pênase kir. Lê li sala 2009an bi awayekî fermî wekî cêjneke navneteweyî nas kir, ku divê wekî çanda mirovahiyê bê parastin. UNSCOyê di rûpela xwe de nivîsiye: “Newroz ku çand û deb e, û merasima guherîna cilûbergan, nûbûnê, xwarinên taybet, lihevnêzkirina heval û malbatan, diyarîbexşîn bi hevdu û bi taybetî bo zarokan tê de ye, cêjnek e ji bo aştî û aştîxwaziyê”. Hemû ew biyavên ku UNSCOyê behs lê kirine, di cêjna newroza Kurdan de têne dîtin!.

Newroz ji xeynî nûbûna jîngehê û zaûzêya sirûşt û berhemanînê, sembola serkevtina ronahiyê di ser tarîtiyê de bûye, lewra agir rola xwe tê de dilîze, û govend û muzîk, û civîna malbat û xelkê li dewra hevdu û xwarinên sirûştî di himbêza newrozê de bi awayekî berçav xuya dike. Bo Kurdan vê cêjn û hilkeftê, wateya xwe ya siyasî, azadî û nasnameyê peyda kiriye, û di hemû cîhanê de bûye yek ji sembolên  nasnameya neteweyî ya Kurd.  

Herçend dîroka newrozê vedigere bo serdema entîk wate heftsed heya hezar salî berî zayînê, lê divê ku gelek kevntir be ji serdema Zerdeşt, çimku têgihîştina mîtrayî di nîşanên newrozê de têne dîtin. Av û ronahî û sirûşta mîtrayî di jiyana mirovê Kurd de berdewam e, û nûkirina avê di sibehiya roja newrozê de, yek ji erkên malbata Kurd bûye û li gelek ciyan berdewam e.

Ji wê zêdetir, newrozê di nav Kurd û neteweyên din de biyavê kulturî, hunerî û civakî hebûye û heye. Merasimên berî newrozê, êvarî û roj û şeva newrozê heya gihîştina merasima sêzdekê, wekî kosebebe, kosegerdî, koseyê hecîc, kosegelîn û çendîn merasimên din ên şanoyî, di newrozê de wekî şanoyên Yonana kevn hene, û kosegelîn rast çîroka pez û mirov e ku bûye destpêka şanoya trajediyê li Yonanê.  

Merasima “mîrmîrên” ku heya serdema Rizaşah jî li Kurdistanê carr bû, li gor wê çîrokê, heya pazdeh rojan deshilata gund û bajêran dikete destê mîrê hilbijartî, û mîr rolê civakî, siyasî, kulturî û hunera nîşandanê (wekî şanoyê) dilîst. Ew huner (şano) ku xizmatiya herî zêde digel felsefeyê heye, girêdayî newroz û azadiyê ye, û pêgeha xelkê tê de berçav e, ku di serdema entîkê de wekî awayek ji demokrasiyê hatiye nasîn, û niha di behsê demokrasiyê de qala wî awayê demokrasiya Mezopotamiyayê tê kirin, wekî mînak “Rayner Mawsfêld” profîsorê biyavê piskolojiyê jî behsê wê yekê kiriye!.

Felsefeya hebûna newrozê di biyavê sirûştî, civakî, hunerî, çandî û siyasî de behseke dirêj e, û heta di wêje û bazineya akademî ya Ewropayê de jî behs li ser hatiye kirin, û em di vir de naçin ser vê behsê.

Awrîdan li dîrok, kultur, wêjeya devkî, hunera beyt û heyran û  dengbêjiyê, û vegotina nivîskî û devkî, deb û resm, û  sedan û hezaran lîstikên di nav Kurdan de, û ayînên Kurdan bi hemû awayên xwe ve, û sema û govend û zimanê dewlemend, her hemû cîhaneke çend hezar salî ne, ku hêşta wekî newrozê xwe ranexistine berçav. Nasîn û nasandina  serdemeke girîng a mirovahiyê di Mezopotamiya û Zagrosê de, ku newroz tenê yek wêneyê wê ye, erk e!.

 

Newroza we pîroz

ئەم وتارە هاوبەش بکە!

بابەتەکانی تری بلاگی ژیانەوە

  • ەرەو ڕۆژی جیهانیی زمانی دایک؛ ئەنجام و لێکەوتەکانی سیاسەتی زمانیی ڕێژیمەکانی ئێران

بەرەو ڕۆژی جیهانیی زمانی دایک؛ ئەنجام و لێکەوتەکانی سیاسەتی زمانیی ڕێژیمەکانی ئێران

بیروڕا بە شێوەی ئانلاین لە لایەن ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان-تیشک لە بلاگی ژیانەوە بڵاو کراوەتەوە: ٢ی ڕەشەمەی ٢٧٢٤ی کوردی وریا، قادر (٢٠٢٥):بەرەو ڕۆژی جیهانیی زمانی دایک؛ ئەنجام و لێکەوتەکانی سیاسەتی زمانیی ڕێژیمەکانی ئێران. بلاگی ژیانەوە؛ [...]

  • کەلەپووری ناتەبا و تواناسازی ژنان: مەستوورە ئەردەڵان (١٨٠٥-١٨٤٧) وەک نموونەیەک لە میراتی ئەنجامدراو لە کوردستانی ئێران (ڕۆژهەڵات)

کەلەپووری ناتەبا و تواناسازی ژنان: مەستوورە ئەردەڵان (١٨٠٥-١٨٤٧) وەک نموونەیەک لە میراتی ئەنجامدراو لە کوردستانی ئێران (ڕۆژهەڵات)

وتار/وەرگێڕان کەلەپووری ناتەبا و تواناسازی ژنان: مەستوورە ئەردەڵان (١٨٠٥-١٨٤٧) وەک نموونەیەک لە میراتی ئەنجامدراو لە کوردستانی ئێران (ڕۆژهەڵات) بڵاوکراوە لە ماڵپەڕی ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان - تیشک: ١٣ی ڕێبەندانی ٢٧٢٤ بۆخێنسکا، [...]

  • بزووتنەوەی کوردستان و پرسی سەروەریخوازی

بزووتنەوەی کوردستان و پرسی سەروەریخوازی

وتووێژ بە شێوەی ئانلاین لە لایەن ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان-تیشک لە بلاگی ژیانەوە بڵاو کراوەتەوە: ١٣ی ڕێبەندانی ٢٧٢٤ی کوردی نەبی، سەربەست (٢٠٢٥):بزووتنەوەی کوردستان و پرسی سەروەریخوازی. بلاگی ژیانەوە؛ ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان - تیشک. [...]

  • وێنە بۆ وتاری له‌پێناو سه‌نتێزێکی سیاسی بۆ رۆژهه‌ڵاتی کوردستان :سه‌روه‌ریخوازی وه‌ک رێگاچاره‌ی نالێکی له دروشمی ستراتژیدا

له‌پێناو سه‌نتێزێکی سیاسی بۆ رۆژهه‌ڵاتی کوردستان :سه‌روه‌ریخوازی وه‌ک رێگاچاره‌ی نالێکی له دروشمی ستراتژیدا

وتار له‌پێناو سه‌نتێزێکی سیاسی بۆ رۆژهه‌ڵاتی کوردستان :سه‌روه‌ریخوازی وه‌ک رێگاچاره‌ی نالێکی له دروشمی ستراتژیدا بڵاوکراوە لە ماڵپەڕی ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان - تیشک: ٩ی ڕێبەندانی ٢٧٢٤ ئاماژە ئەم وتارە لە ژمارەی نوێی گۆڤاری تیشک(ژمارەی ۷۱) [...]

  • کۆبوونەوەی کۆڕبەندی ئابووری جیهانی لە داڤۆس ٢٠٢٥

کۆبوونەوەی کۆڕبەندی ئابووری جیهانی لە داڤۆس ٢٠٢٥

بیروڕا بە شێوەی ئانلاین لە لایەن ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان-تیشک لە بلاگی ژیانەوە بڵاو کراوەتەوە: ٤ی ڕێبەندانی ٢٧٢٤ی کوردی قارەمانی، حەسەن (٢٠٢٥): کۆبوونەوەی کۆڕبەندی ئابووری جیهانی لە داڤۆس ٢٠٢٥. بلاگی ژیانەوە؛ ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان - [...]

  • برایەتیی تورک-کورد لە نێوان باڵادەستی و پاراستنی هێزدا: لێکدانەوەیەکی دەقی ڕاگەیەنراوەکەی دەم پارتی لە زمان بەڕێز ئۆجەلانەوە

برایەتیی تورک-کورد لە نێوان باڵادەستی و پاراستنی هێزدا: لێکدانەوەیەکی دەقی ڕاگەیەندراوەکەی دەم پارتی لە زمان بەڕێز ئۆجەلانەوە

بیروڕا بە شێوەی ئانلاین لە لایەن ناوەندی لێکۆڵینەوەی کوردستان-تیشک لە بلاگی ژیانەوە بڵاو کراوەتەوە: ١١ی بەفرانباری ٢٧٢٤ی کوردی سورخی، ڕەحیم (٢٠٢٤): برایەتیی تورک-کورد لە نێوان باڵادەستی و پاراستنی هێزدا: لێکدانەوەیەکی دەقی ڕاگەیەندراوەکەی دەم پارتی [...]